
Spinoza'da hakikat ile özgürlük ilişkisi⠀ ⠀ Spinoza, “özgürlük, gerçekte, eylemin zorunluluğunu ortadan kaldırmaz, aksine, onu ortaya çıkarır” dediğinde özgürlükle zorunluluk arasındaki koşulsuz bağıntının hakikat araştırması ile birlikte anlaşılabileceğini ima eder. Zira özgürlük, hakikat, erdem ve doğanın zorunlu yasaları arasında özsel bir bağıntı vardır. Filozof her insanın bu bağıntıyı anlayabileceğini, dahası şayet birisi hakikate göre yaşamayı seçmişse bunu ancak başka insanlarla birlikte gerçekleştirebileceğini ileri sürer. Nasıl ki hakikat araştırması varolma çabamızı ve etkime gücümüzü başkalarının varolma çabası ve etkime gücü ile birleştirmemizi zorunlu kılıyorsa bu birleşme aynı zamanda özgürleşmenin de zorunlu koşulu olarak karşımıza çıkar. Öyleyse “erdemin ödülü erdemin kendisi” olduğu gibi özgürlük mücadelesinin ödülü de özgürleşmenin kendisi olacaktır. ⠀
Pêwendîya heqîqet û azadîyê di felsefeya Spinoza de Gava Spinoza dibêje, "Azadî, di rastîya xwe de, jibêgavîtîya çalakîyê ji navê winda nake, ji berevajîya wê, wê datîne rastê" dixwaze bêje; pevbendîya bêmerc ya di navbera azadî û bêgavîtîyê de heyî, ancax bi vekolana bo heqîqetê hatî kirin dikare were famkirin. Ji ber ku di navbera azadî, sincpakî û qanûnên jibêgavî yên xwezayê de pevbendîyeke kakilîn heye. Fîlozof raber dike ku her mirov dikare ji vê pevbendîyê fam bike, tew heke yekî çêtir dîtibe ku li gorî heqîqetê bijî, ancax dikare vê yekê bi mirovên din re pêk bîne. Çawa ku vekolana bo heqîqetê me bêgav dike ku em hêza xwe ya kartêkirinê û hewla ku bo hebûna xwe didin bi hêza kartêkirinê û hewldana hebûnîya mirovên din re bikin yek, ev yekbûn, di heman demê de wekî merca jibêgavî ya azadbûnê jî tê pêşberî me. Nexwe, çawa ku "xelata sincpakîyê sincpakî bi xwe ye", dê xelata têkoşîna bo azadîyê jî dê azadî bi xwe be.