Home
Categories
EXPLORE
True Crime
History
Society & Culture
News
Technology
Music
Education
About Us
Contact Us
Copyright
© 2024 PodJoint
00:00 / 00:00
Sign in

or

Don't have an account?
Sign up
Forgot password
https://is1-ssl.mzstatic.com/image/thumb/Podcasts116/v4/63/2a/45/632a4535-00e2-069e-1275-d2ad44b0dd00/mza_8315615349663092948.jpg/600x600bb.jpg
COSMO Kurdî
COSMO
194 episodes
1 week ago
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Show more...
Society & Culture
RSS
All content for COSMO Kurdî is the property of COSMO and is served directly from their servers with no modification, redirects, or rehosting. The podcast is not affiliated with or endorsed by Podjoint in any way.
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Show more...
Society & Culture
Episodes (20/194)
COSMO Kurdî
Di sala 2026an de li Almanya dê çi biguhere?
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên.
Show more...
1 week ago
24 minutes 7 seconds

COSMO Kurdî
Mîrata Hunerî ya Eyşe Şan'ê
Cosmo Kurdi
Show more...
2 weeks ago
32 minutes

COSMO Kurdî
Siyaseta penaberan û girtîgehên dersînorkirinê
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin.
Show more...
3 weeks ago
23 minutes 51 seconds

COSMO Kurdî
Rojava û Şam nakok dimînin
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL.
Show more...
1 month ago
49 minutes

COSMO Kurdî
Hovîtiyeke Bêceza: Komkujiya Vartînîs'ê
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye.
Show more...
1 month ago
31 minutes 49 seconds

COSMO Kurdî
Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin.
Show more...
1 month ago
29 minutes 26 seconds

COSMO Kurdî
Kemîna Mykonos'ê: Kuştina Dr. Şerefkendî
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn.
Show more...
1 month ago
42 minutes 29 seconds

COSMO Kurdî
PKK ji Tirkiye'yê vedikişe
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne.
Show more...
2 months ago
27 minutes 52 seconds

COSMO Kurdî
HSD dibe beşeke sereke ya artêşa Sûrî
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêkaniya cih bi cih kirina madeyên wê şîrove dike.
Show more...
2 months ago
41 minutes 44 seconds

COSMO Kurdî
Salek di ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê re derbas bû
Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiye’yê pêvajoyeke din a çareseriyê dimeşe. Rojnameger Kakşar Oremar salek piştî despêkirina wê, vê pêvajoya aştiyê şîrove dike.
Show more...
3 months ago
29 minutes 27 seconds

COSMO Kurdî
Li Almanya'yê Nijadperestiya dij Kurdan
Informationstelle Antikurdischer Rassismus vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperetiya dij Kurdan a li Almanya’yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka raporê dipeyivin.
Show more...
3 months ago
36 minutes 29 seconds

COSMO Kurdî
NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê
Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Emê jî bi Şahin Kürküt re bipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê.
Show more...
3 months ago
33 minutes 13 seconds

COSMO Kurdî
Rewşa Rojhilatê Navîn û Sûriyeyê
Nearamiya li seranserî Rojhilatê Navîn û bi taybetî Sûriye’yê berdewam dike. Hevdîtinên aliyên Kurdî û hikûmera Şam’ê heta niha bê encam man lê belê hewldan hîna jî berdewam dikin. Em jî vê heftê ji Rêxistina ji bo Gelên di bin Xeterê de, bi Dr. Kemal Sîdo re li ser rewşa niha û herweha rola hêzên herêmî û navnetewî dipeyivin.
Show more...
3 months ago
23 minutes 10 seconds

COSMO Kurdî
Komeleya Aştiyê Khamon
Li Başûrê Kurdistan'ê rêxistineke aştiyê ya bi navê Khamon hat damezirandin, ku ji bo ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî dixebite. Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin.
Show more...
4 months ago
29 minutes 20 seconds

COSMO Kurdî
Mareşalê Neftê: Prof. Nadîr Nadîrov
Prof. Nadîrov û malbata wî mexdûrên siyaseta sirgûnkirinê yên Stalîn'ê. Ji Naxçivan'ê sirgûnî stepên Qazaxistan'ê dibin. Nadîr tevî hemû zordestî û zehmetiyan dixwîne, dibe profesor. Ew herweha dibe hevwelatiyê rûmetê yê wî bajarî ku lê hatibû sirgûn kirin. Prof. Nadirov di 2021'ê koça dawî kir.
Show more...
4 months ago
38 minutes 5 seconds

COSMO Kurdî
Hilbijartinên herêmî yên 2025an li NRW
14’ê Îlonê li NRW’ê hilbijartinên herêmî tên li dar xistin, anku şaredar, encumenên şaredariyan, meclîsên navçeyan û herweha meclîsên entegrasyonê tên hilbijartin. Em jî vê heftê bi siyasetmedar û endamê encumena şaredariya Essen’ê bi Shoan Vaisi re li ser birêveçûna hilbijartinan û encamên pêkan dipeyivin.
Show more...
4 months ago
28 minutes 12 seconds

COSMO Kurdî
Kurdên Japonya'yê
Kurdên Japonya’yê ne ewqas zêdebin jî vê dawiyê gelek di rojevê de ne. Li hember wan pêleke nefretê rabûye û ev yek bûbû mijara kampanyayên partiyên rastgir, ku di hilbijartinên 24’ê Tîrmehê de dengên xwe bi awayekî berbiçav zêdekirin. Nijadperestên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî di vê pêla nefretê ya ser torên civakî de piştgirî didin nijadperestên japon. Rojnameger Îrfan Aktan ev sê sal in li ser Kurdên Japonya’yê lêkolînan dike û camêr serê îsal pirtûkek li Kurdên Japonya’yê weşand
Show more...
4 months ago
46 minutes 23 seconds

COSMO Kurdî
Malbateke Êzîdî ji bo Iraq'ê hat dersînor kirin
Piştî dersînorkirina Afxaniyan îcar Almanya’yê dîsa dest bi dersînorkirina Iraqiyan kir, di nav malbateke Êzîdî. Ev malbat ji sala 2022’an ve li Lychen’ê di kampekê de dijiya, emrê zarokên wan, 5, 12,15 û 17 ne ku hemû diçûn dibistanê yan bexçê zarokan. Tu endamekî malbatê sûc nekiriye û ceza jî nexwariye. Ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên li Almanya’yê Dr. Îrfan Ortaç dersînorkirina Êzîdiyan şîrove dike.
Show more...
5 months ago
36 minutes 35 seconds

COSMO Kurdî
Muzakereyên Şam û Rêveberiya Xweser
Qerar bû muzakereyên di navbera hikûmeta Şam’ê û şandeya rêveberiya xweser di 24’ê mehê li Parîs’ê bihata meşandin lê belê civîn hat paş de avêtin. Sedem jî ew e, ku herdu alî li ser mijarên xwekî xweseriya herêmî û yek kirina artêşa Sûrî de li hev nakin. Hikûma Şam’ê dibêje HSD nabe ku wekî hêzeke leşkerî bimîne û endamên HSD divê wekî şex tev li artêşê bin. Hêjayî gotinê ye, Şam YPJ ji binî ve naxwaze. Ne di nav ne jî derveyî artêşê. Ji Arta FM rojnameger Sirwan Hac Hussein rave dike.
Show more...
5 months ago
33 minutes 37 seconds

COSMO Kurdî
Qaîdeyên nû ji bo yekbûna malbatan / Rewşa li Sûriyeyê
Almanya’yê ji bo hin penaberan lihevgihandina malbatî ji bo du salan dide rawestandin. Ji Bochum’ê parêzer Besra Güler behsa qanûna dike. Herweha nakokiyên di navbera hikûmeta Surî û HSD’ê de kûr dibe. Endamê Parlamentoya Federal Jian Omar jî rewşa dawî ya li Sûrî şîrove dike.
Show more...
5 months ago
31 minutes 41 seconds

COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.