Ez van rojan çi dikim? Havîna 2025an
Newroz – Cejna Kurdî
Newroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.”
Di vê rojê de, kurdên li hemû deverên cîhanê şahiyê dikin. Mirov li derdora agirê Newrozê kom dibin û direqisin. Zarok û mezin bi hev re govendê digirin û cejnê pîroz dikin.
Di Newrozê de, mirov cilên xweşik û rengîn li xwe dikin. Kesk, sor û zer ji bo vê cejnê rengên sereke ne. Ev reng rengên ala kurdî ne jî.
Ji bo roja Newrozê xwarinên taybet tên amadekirin. Jin, mêr, zarok û pîr bi hev re diçin seyranê. Li seyranan govend tên girtin, xwarin tên xwarin û stranên kurdî bi hev re tên gotin.
Efsaneya Newrozê girêdayî Kawayê Hesinkar e. Li gorî çîrokê, Kawa şoreşek li dijî Zohakê zalim pêk aniye û gelê xwe rizgar kiriye. Piştî vê bûyerê, agir li ser çiyayan hatiye pêxistin da ku mizgîniya rizgariyê bê dayîn.
Îro, Newroz ji bo kurdan ne tenê cejneke neteweyî ye, lê belê sembola azadiyê û yekîtiyê ye. Di vê rojê de, mirov hêvî û daxwazên xwe ji bo sala nû dikin.
Newroz pîroz be!
the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to love
Ez hez dikim
Tu hez dikî
Ew hez dike
Em hez dikin
Hûn hez dikin
Ew hez dikin
-an is added to the nouns when it is about a general liking
- I love flowers - Ez ji kulîlkan hez dikim
- I love fruits - Ez ji fêkîyan hez dikim
- I love vegetables - Ez ji sebzeyan hez dikim
- Ez ji sînemayê hez dikim — Tu ji sînemayê hez dikî?
- Ez ji muzîkê hez dikim —— hez nakim
- Ez ji muzîka kurdî hez dikim. — Tu ji muzîka Kurdî hez dikî?
- Ez ji hunerê hez dikim — I love the art
- Ez ji çuqulatayê hez dikim
- Ez ji goştî hez dikim
- Ez ji goştî hez nakim — Tu ji goştî hez nakî?
- Ez ji gundî hez dikim
- Ez ji karê xwe hez dikim.— Tu ji karê xwe hez dikî?
- Ez ji mêrê xwe her dikim - I love my husband
- Ez ji jina xwe hez dikim - I love my wife
To express ‘’to like doing something’’—— Ez hez dikim + present tense verb (-bi instead of -di)
- Ez hez dikim bireqisim. (reqisîn)
- Ez hez nakim xwarinê amade bikim.
- Ez hez dikim stranan bibêjim - I love singing songs
- Ez hez dikim bi hevalên xwe re derkevim
- Ez hez nakim malê paqij bikim.
- Ez hez dikim zimanan hîn bibim - I love learning languages
- Ez hez dikim bigerim - I love travelling
Nefred kirin - to hate
Ez ji karê xwe nefred dikim - I hate my job
Ez ji bajarên mezin nefred dikim.
Ez ji te nefred nakim. - I hate you
Ez nefred dikim malê paqij bikim. - I hate cleaning the house
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com
➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
To follow us on social media:
➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...
➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com
➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons
- Ken — kenîn
-Kenandin
-Bişirîn
-Rûken -
- Rûgeş
- Rûyê xwe tirş kirin
- Ma’de xwe tirş kirin
Hûn di rojekê de çend caran dikenin? Hûn çend caran ji malbata xwe re, ji hevalên xwe re, ji zarokên xwe re, ji hevkarên xwe re dikenin? Hûn çend caran bi rûyekî ken silavê didin cîranên xwe, dergevanê xwe, dikandarê nêzî mala xwe?
Ka bifikirin?
Û hûn çend caran ji eynikê ji xwe re dikenin?
Kerem bikin - 🙏
Kerem bikin li çîroka zarokan guhdarî bikin ☺️
Min Li Mêrdînê dest ji klûbên axaftina inglîzî kir 🎊
Çîroka Kînemê 🙌🏻
Roja we bi xêr, hûn bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya Kurdiya Kurmancî. Em ê dîsa di vê podcastê de behsa jiyanê bikin, behsa hîn tiştan bikin. Ez ê bi we re civateke xweş deynim. Heke hûn amade bin, em dest pê bikin!
Îro pêncê cotmehê ye. Pêncê meha dehan û roja şemîyê ye yanî dawiya heftiyê ye. Kengî dawiya heftiyê bê, kengî roja şemî û yekşemê be kesên ku kar dikin vê rojê wekî fersendeke dibînin û zêdetir radikevin. Ez nizanim îro ez nikarim podcastê tomar bikim gelek deng heye. Welhasil min got roja şemî û yekşemê gelek kes dixwazin zêdetir rakevin. Bi taybetî ew kesên ku nava heftiyê gelekî zû şîyar dibin û mecbûr in zû herin ser karê xwe. Ew kes roja şemî û yekşemê heta nîvro heke ne nîvro be jî heta saet dehan, yanzdehan radikevin. Vêca ji ber ku ez ne keseke wisa me, ji ber ku karê min ne karekî wilo ye ez nava heftiyê li gorî dersên xwe şîyar dibim û divê ez bibêjim dersên min sibehê zû nîn in. Bi piranî di saet dehan de, yanzdehan dozdehan de piştî nîvro ne û gelek caran êvarî ne. Ji ber wê ez şikir dikim, ez gelekî kêfxweş im ku ez ti carî, hema bibêje ti carî, hema hema ti carî ez alarman eyar nakim. Alarm ji min re ne lazim e. Jixwe ez zû jiyar şîyar dibim. Lê ez kêm caran alarman çêdikim, kêm caran. Ez dibêjim ev jî luksek e, luksek e ji ber ku bi milyonan mirov mecbur in serê sibehê zû ji ber karê xwe bi alarmê rabin. Û ez dibêjim, li gorî dîtina min, li gorî min, dema ku alarmek heye û tu dizanî divê wê saetê rabî tu nikarî xeweke xweş jî bikî. Tu nikarî xeweke xweş bikî, tu nikarî xweş rakevî. Lê heke alarm tune be, di mejiyê te de her tişt rihetir e. Tu zû rabî jî, nerabe/ranebî jî ferq nake, ferq nake ez dibêjim tu yê xeweke xweştir bikî ev jî fikra min e. Welhasil em hê jî, em hê jî li otela xwe ne û îro ez zû rabûm min got berî taştê ez piçekî bimeşim û wexta bimeşim jî podcasteke record bikim.
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com
➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
To follow us on social media:
➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...
➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com
➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons
Çîroka Hozanî û Zelalê 05
Merheba ji we re, êvar baş, ez dibêjim êvar baş li bajarê min niha saet heşt û nîv e, pardon, biborin, saet ne heşt û nîv e, saet neh û nîv e. Min xwesik şaş kir, min saet şaş got. Saet neh û nîv e. Belkî hûn bibêjin; Gulê, xêr e? Tu çima dîsa hatî? Gulê, xêr e? Tu diçî, tu têyî, tu gelek rojan podcastan çênakî û tu ji nişkê ve dîsa vedigerî ser karê xwe. Te xêr e? Çima? Erê, hûn rast dibêjin. Li hemberî van pirsan ez nizanim çi bibêjim. Lê heke ez bibêjim, jiyan gelek caran gelek pirsgirêkan derdixe ser pêşiya mirov û carinan tu nizanî tu çi dikî, yu yê çi bikî. An jî tu naxwazî bikî. An jî karê te baş diçe, tu dibêjî ez vê çênekim jî, ez vî karî nekim jî, ez podcasteke nû tomar nekim jî, karê min dimeşe. Besî min e! Besî min e! Ez bawer im, piçekî wisa bû. Ji xeynî jiyanê, ji van tiştan, gelek tişt hatin serê min. Ez naxwazim betsa wan bikim, ji ber ku gelekî xemgîn in. Heke ez bessa wan tiştan bikim, ez ê bigirîm. Ez nikarim bisekinim, ez ê gelekî xemgîn bibim. Em ê vegerin ser karê xwe, okay?
Û han dizanin çi bû? Doh xwendekareke me ya hêja, xwendekareke me ya Amerîkî got, ji min re email, ji min re ji WhatAppê peyamek şand, got; Gulê, ez dixwazim tu podcsteke nû çêkî, gelek podcastan çêkî, materyalan çêkî ji bo guhdarîkirinê. Û ez ê weke ku em dersekê bikin, ez ê haqê podcastê, haqê materyalê ji te re bişînim. Haq - the fee. Pêşî min got, na na ez ê çêkim, ez dixwazim çêkim. Paşê wê got, heke tu pare bistînî, heke tu haqê wê ji min bistînî, tu yê zûtir çêkî. Paşê, ez fikirîm, min got, rast e. Heke kesek ji bo karekî pare bide min, ez xwesik deyndar his dikim. Ez dibêjim ev deynê min e. Wî kese, wê kesê ev pare da min, divê ez vî karî xelas bikim. Divê ez vî karî bikim. Ez mecbûr im. Ez nikarim taloq bikim. Ez nikarim bibêjim, roeken din, saeteke din, demeke din, hefteyeke din. Na, ez nikarim. Ez mecbur im xelas bikim. Û paşê min ji wê re nivîsî, min got; tu rast dibêjî. Heke tu haqê van materyalan ji min re bişînî, ez ê zûtir çêkim. Çimkî dema ku kesek pare dide min, kesek haqê tişteki dide min, ez wî karî gelekî zû xelas dikim. Ez bawer im gelek kes wisa ne. Ji ber ku tu dibêjî, ez deyndar im. Wî kesê, wê kesê deyn da min.
Û ji xeynî peyama vê xwendekarê, îro xwendekarekî me yê beginnerê ji min re got; mamoste, tu çima methoda AJ Hoge bi kar nayînî û tu wek materyalên wî amade nakî? Ez bi vê peyamê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku berî salan, min li AJ Hoge guhdarî kiribû û bi rastî û bi rastî, ez rastiyê dibêjim, bi xêra methoda wî, bi xêra dubarekirinên wî, bi xêra listeningên wî, bi xêra materyalên wî, inglîzîya min baştir bûbû. Û min ji xwendekarê xwe re got, navê wî Hesen e, min got; Hesen spas te anî bîra min. Te AJ Hoge anî bîra min. Min ew ji bîr kiribû. Niha AJ Hoge hat bîra min. Methoda wî hat bîra min. Min got; erê, methoda wî gelekî baş e. Ez çima methoda wî çênakim. Ez çima methoda wî naceribînim. Lê paşê hat bîra min, di destpêkê de, yanî dema ku min berî 2-3 salan podcast tomar kiribûn, min çîrok gotibûn. Belkî we gelekan li wan podcastan guhdarî kiribe. Podcastên detspêkê, podcastên min ên destpêkê, piçekî wek methoda wî ne. Ez jî li wir çîrokan dixwînim û li ser çîrokan hin pirsan dikim. Ev method gelekî navdar e, ji ber ku min podcastên rûsî de dîtibû. Di podcastên inglizî de jî dîtibû. Ev method, yanî çîrokek heye, paşê li ser wê çîrokê pirs tên kirin û tu mecbûr î bersiva wan pirsan bidî, cewaba wan pirsan bidî. Min jî ev cerabandibû. Lê AJ Hoge, AJ Hoge dema ku pirsan dipirse, ew pirsekê deh cari dipirse, Ew pirsê diguherîne, û mijarê diguherîne, pirsên din dike. Yanî, ew ji bo, li ser çîrokeke gelekî kurt, dikare bi saetan bipeyive. Gelekî jêhatî ye.
To see the whole transcription https://kurdishlessons.com/ciroka-hozani-u-zelale-05-kurdish-lessons-podcast/
Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira.
Şofêrên Gundan
Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe.
Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo.
Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin.
Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje:
- Yao ma deng nayê te, Xwedê jê razî! Meriv ji te re dibêje hêdî bajo, lê tu her weke xwe dikî. Ma tu nabînî bê jinên bi zik hene. Hinekî fam bike, ev çi serhişkî ye!
Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje:
- Em bi karê xwe dizanin, hecî… tu li cihê xwe rûne.
Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje.
- Himmm… de were safî bike! Lawo ji Xwedê bitirse, Xwedê… bila hinekî hurmeta te hebe. Min got rêwiyên jin hene, jinên bi zik hene… ev çi zirzopî ye îcar!
Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje:
- Erê hecî, te çi ji zikê jinên xelkê ye?... tu li cihê xwe rûne! Ma te jin heye? Ne tenê li vir di temafîlê de, li malê jî te jin nîne… de îcar te çi ji jinên xelkê û zikê wan e!?
Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje:
- Ev çi gotin in, ûtamez! Jin jin in… ma di vir de jina min û te heye, jina bi zik divê herkes lê xwedî derkeve û destê xwe di ser re bigire.
Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike.
- Fedî bike, hecî, fedî… qaşo tu çûyî mala Xwedê! Ma ev jî gotin û şîret in ku tu dikî. Tu behsa jineke bi zik dikî ku divê em hemû xwedî lê derkevin! Şofêr rast dibêje: te çi ji jinên xelkê ye, ma em destê xwe di ser çiyê jinê re!..
Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje.
Hesenê Metê
Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin. Piştre dîsa guhê xwe bel kirin ber bi odeya mêvanan ve.
Ji pirtûka Kenan Soylemezî, Şakir: tizbî, destmal û taske av
1. Ez diçim mala hevalên xwe.
Ez çûm mala hevalên xwe.
2. Ez hevalên xwe dibînim.
Min hevalên xwe dîtin.
3. Hevalên min xwarinê çêdikin.
Hevalên min xwarin çêkir.
4. Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin.
Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin.
5. Dê û bavê hevalên min tên.
Dê û bavê hevalên min hatin.
6. Ew jî xwarinê dixwin.
Wan jî xwarin xwar.
7. Piştî xwarinê ew çayê vedixwin.
Piştî xwarinê wan çay vexwar.
8. Çay xweş û germ e.
Çay xweş û germ bû.
9. Birayên hevalên min hene.
Birayên hevalên min hebûn.
10. Birayên wan jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin.
Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar.
11. Piştî çayê em şebeş, pirteqal û sêvan dixwin.
Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin.
12. Em sêvên sor û sêvên kesk dixwin.
Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin.
13. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em diçin derve.
Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve.
14. Li derve hewa xweş e, ne germ e û ne sar e.
Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû.
15. Em piçekî diçin û parkekê dibînin.
Em piçekî çûn û me parkek dît.
16. Park mezin e û li wir gelek dar hene.
Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn.
17. Em dikevin parkê.
Em ketin parkê.
18. Em li wir digerin.
Em li wir geriyan.
19. Piştî parkê em diçin mala hevalên din.
Piştî parkê em çûn mala hevalên din.
20. Mala hevalên din ne dûr e, nêzîk e.
Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû.
21. Em li wir jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin.
Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar.
22. Em gelekî têr dibin. Em naxwazin bixwin.
Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin.